Jivanê ragehandina agirbestê di navbera Rûsya û Ukraynayê de tê eşkerekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Serbazî ya Ukraynayê (GUR) wesa difikire ku berî temambûna sala 2025ê, agirbest di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bê ragehandin.
Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Serbazî ya Ukraynayê (GUR) Kyrylo Budanov îro (Pêncşem, 20.02.2025) di çavpêkeftinekê de ragehand, “Agirbesta navbera Ukrayna û Rûsyayê di îsal de çê dibe, ji ber ku hemî derfet ji bo piroseya aştiyê hatine çêkirin.”
Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Serbazî ya Ukraynayê bi goman li wê agirbestê dinêre û dibêje, “Ew agirbest çawa tê bicihanîn û çend vedikêşe, ev çend pirsên cidî ne ku divê bên bersivdan.”
Ji aliyekî din ve jî Ajansa Reutersê parve kiriye, “Berpirsên Ukraynayê hizira agirbesta şerî red dikin ji ber ku ew wesa difikirin ku, ew agirbest demê dide Rûsyayê ku xwe rêk bixe.”
Ev di demekê de ye ku, heftiya borî Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di peywendiyeke tilefonî de li ser lidarxistina wê civînê lihev kir, û tewerê serekî jî ragehandina agirbestê di navbera Rûsya û Ukraynayê de ye.