Goreke din a bikomî li Der'ayê hat dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) belav kir, Dezgeha Ewlekariya Giştî goreke bikomî li parêzgeha Der’ayê dîtin.

Li gorî SANAyê, Dezgeha Ewlekariya Giştî duh 22ê Sibatê gorek bikomî li bajarê Izraa yê li gundewarê Der’ayê dîtin ku tê pêşbînîkirin zêdetirî 50 term tê de bin. 

Ajansê destnîşan kir, Dezgeha Ewlekariya Giştî ew gor li cihê “Lîwaya 34” li El-Mesmiyê dîtiye, ku di destpêkê de 5 term hatin derxistin.

SANAyê diyar kir, li gor texmînan zêdetirî 50 termên din di gorê de hene û da zanîn ku şert û mercên keşûhewayê, tîmên taybet negihîştine cihê gorê.

Di Çileya borî de jî goreke bikomî li derdora Firqeya Nehem a li bajarê El-Senemeyn li gundewarê Der’ayê hatibû dîtin.

Di 16ê Berçileya borî de jî, welatiyan goreke bikomî li derdora bajarê Izraa dîtin, ku dever di bin kontrola milîsên girêdayî Şaxê Ewlekariya Leşkerî de bû û 31 term jê hatin derxistin, di nav de jin û zarok jî hebûn.

Li gorî Komeleya Girtî û Windayan, li seranserê Sûriyeyê 66 gorên bikomî hene ku kesên dijberên rêjîma Beşar Esed tê de hatine veşartin.