Serok Barzanî û Serokê Dezgeha Medayê danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraq û deverê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî û Serokê Dezgeha Medayê tekezê li ser berdewamiya bizavan pêxemetî dabînkirina hevahengiya navbera aliyên siyasî yên Îraqê û gerentîkirina seqamgirî û pêkvejiyanê dikin.
Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 23.02.2025) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Dezgeha Medayê ya Ragehandin û Rewşenbîrî û Serokê Civata Îraqî ya Aştî û Alîkariyê Fexrî Kerîm kir.
Baregayê Barzanî parve kiriye, “Di wê civînê de danûstandin li ser dawî pêşkeftinên siyasî yên Îraq û deverê li hev hatin guhertin, herwesa behsa rêyan ji bo gehiştina çareseriya arêşeyên siyasî yên Îraqê jî hat kirin.”
Her du aliyan tekez li ser berdewamiya bizavan pêxemetî dabînkirina hevahengiyê di navbera aliyên siyasî yên Îraqê de û gerentîkirina seqamgirî û pêkvejiyanê kir.