Trump: Îro ji bo Almanyayê rojekê mezin e

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê di derheqa hilbijartinên Almanyayê de dibêje, “Îro bi serkeftina Partiya Parêzgeran ji bo Almanyayê rojeke dîrokî ye.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump duhî (Yekşem, 23.02.2025) li ser tora civakî ya “Truth Social”ê peyamek di derheqa hilbijartinên Almanyayê de parve kir.

Donald Trump tê de nivîsiye, “Îro ji bo Almanya û Amerîkayê rojeke mezin e, piştî serkeftina partiya Kiristiyan Demokrat bi rêjeya 29% ya dengan di hilbijartinên perlemana welatê wan de.”

Serokê Amerîkayê herwesa gotiye, “Wekî Amerîkayê, Almanyayîyan jî xwe ji ecêndaya derve parast, xasma jî pirsa enerjî û koçberan.”

Duhî (Yekşem, 23.02.2025) hilbijartinên Perlemana Almanyayê li seet 10:00 ê sibehê bi dema Hewlêrê hatin destpêkirin û li seet 08:00 ê şevê jî bingehên dengdanê hatin daxistin.

Li dû encamên destpêkê, Partiya Parêzgeran a Almanyayê bi serokatiya Fredrick Merz 211 kursiyên perlemanê misoger kirin û pileya yekê wergirt, Partiya Şûngir ji bo Almanyayê jî bi serokatiya Alis Videl bi bidestxistina 142 kursiyan pileya duyê wergirt û herwesa Partiya Demokrat a Civakî jî bi serokatiya Olav Sholz 116 kursî misoger kirin û pileya sêyê wergirt.

Serkirdeyê Parêzgarên Almanyayê Fredrick Merz piştî bidestxistina piraniya dengan di hilbijartinan de got, “Niha em danûstandinan bi hev re dikin û mijara serekî dubare pêkanîna hikûmetekê li Almanyayê ye ku, hindî bikare bi lez kar bike, bi perlemaneke piraniyê ya baş.”