Ji dema rûxandina rêjîma Esed ve 20 gorên bikomî hatine dîtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rewnageha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, ji dema rûxandina rêjîma Beşar Esed di 8ê Berçileya 2024an de “20 gorên bikomî” li navçeyên cuda yên Sûriyeyê hatine dîtin.
Rewangehê di amarek nû de eşkere kir, di wan 20 gorên bikomî de, termê 1661 kesî hebûn, di nav de jin û zarok. Ev yek asta hovîtî, tawan û binpêkirinên rejîmê li dijî sivîlan de nîşan dide.
Li gor amarên Rewangehê, di 4 gorên bikomî yên li Humsê hatine dîtin de 1220 term hebûn. Li gundewarê Şamê jî 4 gor hatin dîtin, ku 167 term tê de bûn.
Li Dêrezorê jî 4 gor hatine dîtin ku 106 term tê de bûn. Li Der’ayê 4 gor hatine dîtin û 137 term tê de bûn, herwiha li Hemayê jî 3 gorên bikomî hatin dîtin, 31 term tê de hatin dîtin.
Yekemîn gora bikomî roja 17ê Berçileya 2024an hatibû dîtin, gora dawî jî roja 22ê Sibatê hatiye dîtin.