DEM Partî: Sîstema qeyum derbeya li dijî demokrasî û îradeya gel e

Navenda Nûçeyan (K24) – DEM Partiyê danîna qeyûm li Şaredariya Qaxizmanê şermezar kir û got: “Qeyûm, şerê AK Partiyê ya li dijî mafê bijartin û hilbijartinê yê gelan e.”
Piştî ku cezaya zîndanê li Hevşaredarê Qaxizmanê hatibû birîn, Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê îro 24ê Sibatê qeyum ji bo Şaredariya Qaxizmanê ya DEM Partiyê danî.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li hejmara xwe ya tora civakî daxuyaniyek derbarê danîna qeyûm li ser Şaredariya Qaxizman a Qersê belav kir.
DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de got, kesên ji îradeya gel ditirsin dîsa di dewrê de ne. Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizman a Qersê, şerê desthilatdariya AK Partiyê yê li dijî mafê bijartin û hilbijartinê yê gelan e.
Herwiha got: “Şaredariya me xizmet ji gel re kir û pergala nelirêtiyê serûbin kir, lewma hedef hate girtin. Lê belê, ne em, ne jî gelên me, dê xespkirina qeyûman qebûl neke. Em vê derbeya li dijî demokrasiyê, li dijî îradeya gel û li dijî hevşaredarên hilbijartî bi tu awayî qebûl nakin. Dê pergala qeyûm têk biçe û gel bi ser keve.”