Îraq: Em bo hinardekirina petrola Kurdistanê li benda bersiva Tirkiyeyê ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Petrolê yê Îraqê radigehîne, “Boriyên petrolê yên benderê Ceyhanê amade ne, û em hêvî dikin heta du rojên din dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bikin.”
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdilxenî îro (Duşem, 24.02.2025) ragehand, “Peywendiyên me bi aliyê Tirkiyeyî re berdewam in, ji bo ku em di dema du rojên bê de dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bikin.”
Wezîrê Petrolê yê Îraqê herwesa got, “Em li benda aliyê Tirkiyeyî ne, ji bo ku em dest bi hinardekieina petrola Herêma Kurdistanê bikin. Ji aliyê me ve hemî amadekarî hatine temamkirin.”
Heyan Ebdilxenî amaje jî da, “Di dema du rojên bê de, dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tê kirin û borî hatine aamdekirin ku ji bo benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê bê gehandin.”
Navbirî ron jî kir, “Ew hejmara ku me bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re li ser li hev kiriye, li dû qanûna budceyê, her rojê 300 heta 325 hezar bermîlên petrolê ne ji bo ku em bi rêya benderê Ceyhanê hinarde bikin. Para din jî ji bo pirkirina pêdivîtiyên navxweyî tê dabînkirin.”