Israîlê du cihên avêtina moşekan li Refehê kirin armanc

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Israîlê radigehîne ku du cih bombebaran kirine, ku ji wê derê moşek arasteyî kertê Xezzeyê hatine kirin. Herwesa dibêje, “Ew her du cih bi hûrî hatine destnîşankirin.”

Artêşa Israîlê îro (Duşem, 24.02.2025) di ragehandinekê got ku, îro du cih li bajarê Refehê li başûrê kertê Xezzeyê destnîşan kirine, ku ji wê derê moşek arasteyî hêzên wan li nav wî kertî hatine kirin.”

Artêşa Israîlê ron jî kir ku, berî ku ew êrîş li ser kertê Xezzeyê bên kirin, wan kariye cihê avêtina moşekan destnîşan bikin.

Artêşa Israîlê herwesa eşkere jî kir ku, piştî destnîşankirina wan her du cihan êrîş kiriye ser wan û pûç kirine.

 
Fly Erbil Advertisment