Daxwaza zêdekirina pişka Herêma Kurdistanê di budceya Îraqê de tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi nivîsara fermî daxwaza zêdekirina pişka Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya federalî de hat kirin.

Endamê Civata Nûerên Îraqê Sîpan Şêrwan îro (Sêşem, 25.02.2025) parve kiriye, “Piştî ragehandina encamên dawiyê yên serhejmêriya giştî ya şêniyan, hejmar û rêjeyên şêniyên Herêma Kurdistanê li Îraqê diyar bûn, ku rêjeya wê nêzî 15% ya şêniyên Îraqê pêk tîne.”

Endamê navbirî yê Civata Nûerên Îraqê amaje jî da, “Îraqê di qanûna budceyê de pişka Herêma Kurdistanê bi 12.67% diyar kiriye, lewma em fer dibînin ku daxwaza zêdekirina wê rêjeyê bikin.”

Sîpan Şêrwan herwesa got, “Me nivîsara fermî arasteyî Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir û me daxwaz ji wî kir ku, pişka Herêma Kurdistanê di xişteyên budceyê de ji bo sala 2025ê li dû encamên serhejmêriya giştî be, ev jî li dû benda sêyê ya madeya 121ê ya destûrê Îraqê.”

Wezareta Pilandananê ya Îraqê duhî (Duşem, 24.02.2025) di konferanseke rojnamevanî de encamên dawiyê yên serhejmêriya giştî ya şêniyan ragehandin, ku li meha Mijdarê ya sala borî hat kirin.

Li dû encaman, tevahiya giştî ya hejmara şêniyên Îraq û Herêma Kurdistanê 46 milyon û 118 hezar kes e.

 

 
Fly Erbil Advertisment