Kongireya Diyalogê ya Sûriyeyî: Em hemî parvekirin û cudabûnan red dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Kongireya Diyalogê ya Sûriyeyî tekezê li ser hevgirtina ax û gelên Sûriyeyê dike, herwesa daxwaza çespandina nirxên pêkvejiyanê û bicihanîna dadperweriyê dike.

Kongireya Diyalogê ya Sûriyeyî îro (Sêşem, 25.02.2025) ragehandina xwe ya dawiyê parve kir û tê de ragehand ku, hemî parvekirin û cudabûnan red dike.

Kongireya Diyalogê ya Sûriyeyî herwesa daxwaza bilezkirina pêngavên amadekirina destûrê nû yê Sûriyeyê kiriye û tekez kiriye ku, divê ax û gelên Sûriyeyê hevgirtî bimînin.

Kongireya Diyalogê ya Sûriyeyî herwesa ragehand ku, hemî komên çekdar ên Sûriyeyê wekî komên ji-qanûnê-derketî tên hesibandin.

Wê kongireyê pêdivî jî zanî ku, pêxemetî vejandina Sûriyeyê û pêşxistina kertên cuda cuda, sizayên aborî yên li ser Sûriyeyê bên rakirin.

Herwesa daxwaz hatiye kirin ku lez di vegerandina awareyên Sûriyeyê ji bo warê wan de bê kirin, herwesa redkirina hemî rengên desttêwerdanên derve û ji wan jî desttêwerdanên Israîlî hatin redkirin.

Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera îro (Sêşem, 25.02.2025) di çarçoveya Kongireya Diyalogê ya Niştîmanî ya Sûriyeyê de gotarek pêşkêş kir û behsa herifandina Rijêma Esed, avedankirina welatî, hilweşandina komên çekdar û çend mijarên din kir.

Şera di destpêka gotinên xwe de behsa herifandina Rijêma Esed kir û tekez kir, “Sûriyeyîyan bi xwe bi tenê Sûriye ji rijlma berê rizgar kir û divê her ew bi xwe jî pêkve bi hev re rûnin û welatê xwe avedan bikin.”

Navbirî amaje jî da, “Sûriyeyê li jêr desthilata Beis û binemala Esed xwe li ber azarên aborî û siyasî girt.” Herwesa got, “Şoreş hat û Sûriye ji windabûnê rizgar kir û vegeriya nav gelê xwe.”

Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz tekez jî kir, “Tevî ku xelkî şoreş kir û Sûriye ji binemala Esed rizgar kir, hêşta qebxwaziyên mezin di rêya me de mane.” Herwesa got, “Em niha di qonaxa avewdankirina welatî de ne, piştî wê hemî wêranî û kavilkirinê ya ku rijêma çûyî li dû xwe hiştiye.”

Ehmed Şera di pareke din a gotinên xwe de behsa yekparçeyîya Sûriyeyê kir û tekez kir, “Sûriye parvebûnê qebûl nake û hevgirtî ye.” herwesa got, “Divê çek di destê dewletê de bin û ev erk e.”

Fly Erbil Advertisment