Serok Barzanî hevxemiya xwe bo koça dawiyê ya Diya Ciwan diyar dike

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber koça dawiyê ya xanim Sebah Mihemed Elî ku wekî Diya Ciwan tê naskirin, Serok Barzanî peyameke serexweşî û hevxemiyê arasteyî malbat û kesûkar û nasên wê û hemî azadîxwaz û têkoşerên Rojavayê Kurdistanê kir.

Ev jî tekista peyama Serok Barzanî ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawî ya kesayetiya Kurdperwer û xebatgêra Kurdistana Sûriye û Endama berê ya Komîteya Navendiya Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye xanima (Sebah Mihemed Elî) ku bi navê (Dayika Ciwan) hatiye nas kirin, bi me gihîşt.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û nasên xwedê jêrazî (Dayika Ciwan) û hemû azadîxwaz û têkoşerên Kurdistana Sûriyê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruha xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşe.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

26ê Şubata 2025

 
Fly Erbil Advertisment