Amadekariyên meha Remezanê li Diyarbekirê.. Welatî bi gilî ne
Diyarbeki (K24) – Li Diyarbekirê beriya meha Remezanê Esnaf didin zanîn ku li gorî Remezanên berê îsal danûstanên welatiyan ên bo amadekariyê kêm in. Welatî jî dibêjin, ji ber ku hêza wan a danûstanê her ku diçe kêm dibe ew nikarin amadekariya bo Remezanê bi dile xwa bi awayekî têr û tije bikin.
Bi nêzîkbuna meha Remezanê re esnaf çaverê ne ku liv û tevgerek bikeve bazarê û welatî bo amadekariyên meha piroz dakevin bazarê û danûstanê bikin. Li Diyarbekirê jî yek ji navendên amadekariyê caddeya navdar a dîrokî Caddeya Melîk Ehmed e. Li Caddeya Melîk Ehmed hîn liv û tevger dest pê nekiriye. Esnaf amaje dikin ku danustanên amadekariya Remezanê îsal ne wek salên borî ye.
Esnafê Caddeya Melîk Ehmed Adîl Aydin: “Sûk vala ye, kîloya penêr 250, kîloya zeytûn bûye 300, kîloya goşt bûye 600 lîre, herî kêm 5 hezar lîre bo amadekariya Remezanê pêwîst e, berê yekî nîv kîlo penêr bistanda li me ecêp dihat niha em jî ketine wê rewşê.”
Welatiyên ku dixwazin bo Meha Remezanê danûstanê bikin û pêdiviyên xwe dabîn bikin jî ji rewşa darayî bi gilî ne ku dibêjin dahata wan têra wan nake ku amadekariyek bi dilê xwe bikin.
Welatî: “Pere nîne, emê çawa amadekariyê bikin, wê hinek bixwin û emê li wan binihêrin.”
Welatî: “Rewş ne baş e, min bi 1 hezar û 650 lîre xerç kir, lê nebû tiştek, nirxê pere nema ye”
Welatî: “Ji no amadekariyê h3eza min têra çi bike ezê wê bistînim, herkes û hêza xwe.”
Esnaf didin zanîn bihayê xurekan wek xwe ye lê danustan kêm bûye, sedem ew e ku dahata welatiyan li gorî helawsanê nayê nukirin û hêza danustanê dadikeve.