Rûsya: Siyaseta derve ya Amerîkayê bi nerîna me re digunce

Navenda Nûçeyan (K24) - Mosko pêşwaziya guhertinên siyaseta derve ya Amerîkayê li beranberî welatê xwe dike û dibêje, “Ew guhertin bi nerînên me re diguncin.”

Koçka Serokatiya Rûsyayê Kremlinê îro (Yekşem, 02.03.2025) ragehand, “Guhertinên mezin ên siyaseta derve ya Amerîkayê li beranberî Rûsyayê heta radeyeke zêde bi nerîna me re hempa ne.”

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov di çavpêkeftinekê de ji kanala fermî ya welatê xwe re got, “Eger îradeyên siyasî yên Serok Putin û Serok Trump berdewam bin, hingê em dikarin arêşeyên navbera xwe bi hêsanî çare bikin û li ser gelek tiştan lihev bikin, ku di berjewendiya her du aliyan de bin.”

Moskoyê li meha Şibata sala 2022ê li dijî Ukraynayê dest bi êrîşeke serbazî ya berfireh kir, herwesa rexneyên tund jî li piştevaniya bê şert a Serokê wê demê yê Amerîkayê Joe Biden ji bo Ukraynayê jî girtin.

Trump li roja Înê (28.02.2025) Zelenskyy bi xistina metirsiyê li ser ewlehiya cîhanê û redkirina danûstandinan li ser lihevkirina aştiyê bi Rûsyayê re tometbar kir, herwesa haydarî jî da ku Zelenskyy qomarê bi şerê cîhanî yê sêyê û jiyana bi milyonan kesan dike.