Amerîka bi bihayê 4 milyar dolaran çekî difiroşe Israîlê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand ku, bi bihayê 4 milyar dolaran çekî difiroşe Israîlê, ev jî ji bo zêdekirina wê hejmara ku li roja Înê li ser li hev kiribû.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marko Robio ragehand ku, lihevkirinek îmza kiriye ku bombe û keresteyên serbazî bi bihayê 4 milyar dolaran bifiroşin Israîlê.

Ji wê demê ve ku Donald Trump bûye Serokê Amerîkayê, Amerîkayê bi bihayê nêzî 12 milyar dolaran kelûpelên serbazî firotine Israîlê. Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî got, “Em bi hemî wan keresteyên ku li ber dest in li ser alîkariyan berdewam dibin, ji bo ku pabendî parastina ewlehiya Israîlê bin.”

Herwesa Marko Robio amaje jî da ku ji ber agirbesta Xezzeyê lez di şandina wan alîkariyan ji bo Israîlê de kiriye.

Ev jî berdewamiya wê lihevkirinê ye, ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê li roja Înê (28.02.2025) razîbûn li ser firotina bombe û keresteyên serbazî ji bo Israîlê diyar kiribû, ew jî bi bihayê zêdetirî 2.5 milyar dolaran. Herwesa Amerîka buldozer û hin keresteyên din jî bi bihayê nêzî 300 milyon dolaran difiroşe Israîlê.