Pispor: Hinartina petrola Kurdistanê bo dabînkirina aramiyê pêwîst e
Enqere (K24) – Di navbera Tirkiyeye û Iraqê de geşedanên li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê didomin. Wezareta Petrolê ya Îraqê daxuyand Kompanyaya SOMOyê dê petrolê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hinarde bike. Pisporên Enerjiyê ku vê mijarê ji nêz ve dişopînin dibêjin; Tirkiye dê ji bo ewlehiya enerjiya xwe bixwaze petrolê hinarde bike û destpêkirina hinartinê dê îstîkrarê bîne herêmê.
Hevdîtinên Tirkiye û Îraqê yên ji bo hinartina petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê êdî gihiştin qonaxa dawî û dê carek din petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendêra Ceyhanê biherike bazara cîhanî.
Beriya niha Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ayşe Berris Ekinci 18ê Sibatê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtinek pêk anîbû. Di 22ê Sibatê de jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtinek pêk anîbû. Di her du hevdîtinan de mijarên destpêkirina ji nû ve ya hinartina petrola Kurdistanê hatibûn gotûbejkirin.
Wezareta Petrolê ya Îraqê jî derbarê petrola Herêma Kurdistanê de daxuyanî da. Li gorî daxuyaniyê piştî destpêkirina prsoeyê Kompanyaya SOMOyê dê petrolê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hinarde bike.
Serokê TESPAMê Oguzhan Akyener ji K24ê re got: “Lihevkirina Hewlêr û Bexdayê girîng bû. Hinardekirina petrolê ji bo dabînkirina îstîkrarê pêwîst e. Hinardekirina her bermîleke petrolê bo Iraqê di warê dayîna mûçeyan û berdewamiya desthilatê de gelekî girîng e. Tirkiye di warê pêşxistina Rêya Geşepêdanê de ku dê tevahiya Iraqê û welatên herêmê vehewînê nava xwe û bandoreke pozîtif li ser wan bike gavên girîng diavêje. Li Herêma Kurdistanê gelek qadên petrolê hene ku divê werin pêşxistin, ger ev yek bi rêya geşepêdanê û bi xetên boriyên petrolê bê piştgirikirin heye ku Iraq rojane 10 milyon bermîl petrolê hinarde bike.”
Akademîsyen Dr. Alî Oguz Dirîoz jî amaje dike êdî li tevahiya cîhanê û taybetî li rojhilata navîn di her warî de proseyeke guherînê heye taybetî jî di warê bazirganiyê de. Dirîoz dibêje rewşên ku di rabirdûyê de mane asê yek bi yek jinûve tên sazkirin.
Akademîsyen Dr. Alî Oguz Dirîoz dibêje: “Hikumeta Herama Kurdistanê, Hikumeta Iraqê û Hikumeta Tirkiye hay ji wan dînamîkên guherînê hene. Ji bo hinardekirina petrolê jî êdî lihev kirin. Ger dawiya van gotûbêjan lihevkirinek pêk nehatiba dê di xeta Behra Spî û Ewropayê de zirarên mezin pêk hatiba. Tirkiye her çiqasî bibêje me serçavên rezervkirî yên sotemeniyê dîtine jî hêj ji sedî 90di vî warî de hawirdeyê dike. Ji ber wê Tirkiye jî ji bo ewlehiya enerjiya xwe dê bixwaze ji devereke ku li kêleka wê ye, pêbawer e û xwedî îstîkrara nirxe, petrolê bistîne. Hinardekirina petrolê jî dê bandoreke pozîtif li ser têkiliyan bike.”
Herwiha li gorî daxuyaniya Wezareta Petrolê ya Iraqê Destpêkê dê 185 hezar bermîl petrol bê hinartin û ev kapasîte dê hêdî hêdî were zêdekirin da ku bigihe kapasîteya di budceya giştî ya federal de hatiye diyarkirin.