Li Almanyayê kesekî bi otomobîlê li xelkê da.. Kuştî û birîndar hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Mannheimê kesekî bi otomobîlê xwe li xelkê da. Peyamnêrê K24ê jî got, kuştî û birîndar hene.
Medyaya Almanyayê îro 3ê Adarê belav kir, li navenda bajarê Mannheim ê, kesekî bi otomobîlê xwe li xelkê da.
Polîsên Alman li cihê bûyerê qedexeya çûnûhatinê ragihand û rê girt û got: “Bûyereke xeternak heye.”
Polîsan ji welatiyan xwast ku ji malên xwe dernekevin û neçin navenda bajêr nêzî qada bûyerê nebin.
Amaje bi wê jî kir, wan dest bi operasyoneke berfireh kirine û gumanbarekî 40 salî girtine.
Peyamêrê K24ê da zanîn, di wê bûyerê de 2 kesan canê xwe jidest dane û çend kes jî birîndar bûne.
Roja 20ê Beçileya borî jî li bajarê Magdeburgê Almanyayê ajokarekî xwe li dikaneke diyariyan a sersalê da û di encamê de, 11 kes mirin û nêzî 80 kes jî birîndar bûn.
Herwiha roja 13ê Sibatê li bajarê Muncehê kesekî bi otomobîlê xwe li xwenîşandanekê da, herî kêm 28 kes birîndar bûn û kesek jî canê xwe jidest da.