Trump hatina meha Remezanê li Mislimanan pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump hatina meha Remezanê li misilmanan pîroz kir û got, azadiya olî beşek ji awayê jiyanê li Amerîkayê ye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 3ê Adara 2025an, hatina meha Remezanê li misilmanan pîroz kir û got: “Ez ji ber hatina meha Remezanê, pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêş dikim.”

Trump herwiha tekez kir, azadiya olî beşeke bingehîn a jiyanê ye li Amerîka.

Got jî, ew pêdagiriyê li ser avakirina pêşerojeke ji aştî û rêzgirtina li rûmeta giyanê mirovan dikin.

Herêma Kurdistanê û piraniya welatên navçeyê roja Şemiya borî wek roja yekem a meha Remezanê destnîşan kirin, piştî ku dîtina heyv êvara Înê hat piştrastkirin.

 
Fly Erbil Advertisment