Ji bo reşnivîsa destûra Sûriyeyê komîte hat avakirin, dîsa Kurd nînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera komîteyek ji 7 endaman pêk tê, di nav wan de du jin hene, bi erkê nivîsandina reşnivîsa Daxuyaniya Destûrê destnîşan kir, bêyî ku kesekî Kurd tê de hebe.

Komîteya Amdekirina reşnivîsa Daxuyaniya Destûrê ji Ebdulhemîd El-Awak, Yasir El-Huweyş, Îsmaîl El-Xelfan, Rî’an Kehêlan, Mihemed Reza Celkî, Ehmed Qurebî û Behiya Markinî pêk tê.

Ev pêngav di çarçoveya organîzekirina qonaxa veguhêz a siyasî li Sûriyeyê piştî rûxandina desthilata Beşar Esed tê, bêyî diyarkirina demek ji bo bidawîkirina karê wê.

Daxuyaniya Serokatiya Sûriyeyê eşkere kir, avakirina vê komîteyê li ser bingeha daxwazên gelê Sûriyeyê ji bo avakirina dewleta xwe li ser bingehên dewleta yasa û li ser bingeha encamên Kongreya Diyaloga Niştimanî pêk hatiye.

Li gorî zanyariyên kenala “Al Jazeera”, Komîteya Dariştina Daxuyaniya Destûrê li Sûriyeyê, dê kar bo derxistina daxuyaniyeke destûrî ku ji 48 xalan pêk tê, bike.

Amaje bi wê yekê jî kir, li gor Daxuyaniya Destûra Sûriyeyê, pêwîst e Serokê Komarê: Misilman be û Serfermandarê Giştî yê Artêş û Hêzên Çekdar be.

Li gorî zanyariyên “Al Jazeera”, Serokkomar, dê Encûmena Gel (parlamento) di nava 60 rojan, ji roja derketina Daxuyaniya Destûrê, destnîşan dike.

Diyar kir jî, Encûmena Gel ê Sûriyeyê dê ji 100 endaman pêk were, li gorî nûnertiya dadwerane ya pêkhateyan werin destnîşan kirin, ku Serokê Komarê dê endamên wê bi biryarnameya serokatiyê destnîşan dike û dema wê dê du sal be.

Jêderan ji “Al Jazeera” re diyar kirin, Daxuyaniya Destûrê dê destûrê bide ku li ser bingehên niştimanî û li gorî yasayekê ku dê paşê were derxistin, partî bên damezirandin.

 
Fly Erbil Advertisment