Rûsya pêşwaziya rawestandina alîkariyên serbazî yên Amerîkayê bo Ukraynayê dike

Dmitry Peskov
Dmitry Peskov

Navenda Nûçeyan (K24) - Rûsya pêşwaziya rawestandina alîkariyên serbazî yên Amerîkayê bo Ukraynayê dike û tekez dike ku, ew biryar ji bo aştiyê palderek e.

Berdevka Koçka Serokatiya Rûsyayê (Kremlin) Dmitry Peskov îro (Sêşem, 04.03.2025) di konferanseke rojnamevanî de pêşwaziya rawestandina alîkariyên serbazî, mirovî û darayî yên Amerîkayê bo Ukraynayê kir û tekez kir ku, ew biryar ji bo aştiyê û bidawîanîna şerî palderek e.

Dmitry Peskov tekez jî kir, “Rûsya pêşwaziya her bizavekê ji bo bidawîanîna şerê Ukraynayê dike, herwesa pêşwaziya daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên di derheqa bicihanîna aştiyê de jî dike.”

Navbirî wesa difikire ku Amerîkayê ji hemî welatên Ewropayê û cîhanî alîkarî pêşkêşî Ukrayanyê kirine, lê Ewropa bizavê dike ku valahiya alîkariyên serbazî yên Amerîkayê ji bo Kiyêvê pir bike, ji bo ku li ser şerê bi Rûsyayê re berdewam be.

Ev di demekê de ye ku Amerîkayê îro (Sêşem, 04.03.2025) bi awayekî fermî û piştî sê salan biryar da ku, alîkariyên xwe yên serbazî bi Ukraynayê re rawestîne. Trump rijd e ku Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy bi aştiyê razî dibe û dest bi alîkariyan nake.

Ji destpêka şerê Rûsya û Ukraynayê, Amerîka bi çek û alîkariyên mirovî yek ji piştevanên bihêz ên Ukraynayê bûye, bi hezaran parçeyên çekî û bi dehan dijetank û sîstemên asmanî jê re şandine. Li dû amaran, hejmara alîkariyên mirovî û serbazî yên Amerîkayê ji bo Ukraynayê digehe 118 milyar dolaran, tevî ku Trump dibêje, “Me 350 milyar dolar ji Ukraynayê re şandine û divê ji me re vegerîne.”