Serok Barzanî: Her tiştekê ji me bê em bo alîkarîkirina piroseya aştiyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Holandayê li Herêma Kurdistanê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.
Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 05.03.2025) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Holandayê li Herêma Kurdistanê Adrian Isselsen kir.
Li dû ragehandina Baregayê Barzanî, Konsulê Giştî yê Holandayê li Hewlêrê di wê hevdîtinê de rêz ji bo rolê Serok Barzanî di dîroka siyasî ya deverê û Îraqê de û dabînkirina seqamgiriyê li Herêma Kurdistanê hebû.
Baregayê Barzanî herwesa ragehandiye, “Zêdebarî amajedana bi cih û bandora Herêma Kurdistanê, Konsulê Holandayê amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re di warên cuda cuda de û xasma jî di warên çandin û geştyarî û parastina jîngehê de ragehand.”
Çavkaniya navbirî amaje jî da, “Serok Barzanî spasiya gel û Hikûmeta Holandayê kir, ku di rojên tengaviyan de piştevanên gelê Kurdistanê bûn, herwesa rêz ji bo hêzên serbazî yên Holandayê jî hebû, ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de di şerê DAIŞê de alîkariya hêzên Pêşmergeyan kiriye. Tekez li ser berfirehkirina peywendî û dostîniya navbera gelê Kurdistanê û gelê Holandayê jî kir.”
Rewşa siyasî ya Îraq û deverê û guhertinên Sûriyeyê û herwesa pêngavên piroseya aştiyê li Tirkiyeyê jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn. Serok Barzanî tekez jî kir, “Her tiştekê ji me bê, em ji bo alîkarîkirina piroseya aştî û çareseriyê li Tirkiyeyê dikin.”