UN: Ji dema ketina Esed ve milyonek Sûrî vegeriyane warên xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Netewên Yekgirtî dibêje, ji dema hilweşandina rêjîma Beşar Esed ve, bêtirî 1 milyon Sûrî vegeriyane cih û warên xwe.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Stephane Dujarric îro 5ê Adarê di konferanseke rojnamevanî de li New York ragihand, ji dema hilweşandina rêjîma Esed ve, milyonek û 200 hezar Sûrî vegeriyane warên xwe.
Dujarric da zanîn, ji wê hejmarê 900 hezar koçberên navxweyî en û 300 hezar penaber in.
Amaje bi wê jî kir, hejmara koçberên navxweyî digihe derdora 7 milyon kesî, ji wan bêtirî 2 melyon kesan di nava kampan de dijîn.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî tekezî li ser berdewamiya hewlên UN di pêşkêşkirina piştevaniya mirovî ji kesên vegeryayî re kir.