Partiyên Saadet, Siberoj û DEVA piştevaniya xwe bo pêvajoya nû nîşan didin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokên Partiyên Saadet, Siberoj û DEVA jî, piraniya axaftina xwe li Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo proseya nû veqetandin û piştevaniya xwe ya temam bo proseyê nîşan dan. Îyî Partî ku wek partiyeke nijadperest ku heta niha dijî prose û hevdîtinan bû, radigihîne, eger daxwaza hevdîtinê ya şanda Îmraliyê bigihe wan, ewê binirxînin. 

Partiya Yenî Yol ku ji partiyên Saadet, Deva û Siberojê pêk hatiye, piştevaniya temam dide proseya aştiyê. Serokê Partiya Saadetê Mahmut Arikan, banga Ocalan ya hilweşandina PKKê erênî dibîne û dibêje çareserî ne di lûleya Tifingê de ye. 

Serokê Partiya DEVA Alî Babacan jî balê dikşîne li ser maf û daxwazên Kurdên parçeyên din yên Kurdistan û Sûriyeyê got: “Divê Kurdên Sûriyeyê bi awayekî azad û wekhev, bi hemû rengên siyasetê beşdar bin. Armanc û daxwaza me ya sereke ewe ku li gel Tirkiyê pêwendiyên wan dostane hebin. Çawa li Welatê xwe em li ser bingeha biratiya hezar salan, derbasî serdemeke nû dibin, li gel Kurdên li dewletên din jî, di çarçoveya mafnasiya de, em dikarin bi hev re hebin. Ji ber vê ne tenê li Tirkiyeyê, li hemû cîranên me, çekên arasteya Tirkiyeyê hatine kirin, divê werin berdan.”

Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu jî piştevaniya proseyê dike û daxwaza eşkerekirina nexşerê dike, Davutoglu got: “Em piştgirî didin her rê û rêbazek ku Tirkiyeya bêteror dike armanc.  Bo rêxistinê tê gotin xwe hilweşîne û daxwaza konfederalî û xweserî nîne. Ev hemû erênî ne, lê ez heta nexşerêyek ku roj bi roj hatiye danîn nebînim, bawer nakim.”

Îyî Partî heta niha dijî proseyê derketibû û hevdîtina li gel şanda Dem Partiyê red kiribû. Serokê Îyî Partî da zanîn, dema daxwaza hevdîtinê bigihe, ewê binirxînin.

Serokê Giştî yê Îyî Partî Musawat Dervîşoglu got: “Dibêjin gereke din ya şandê heye. Heta niha ti daxwazek negihiştiye me. Dema daxwaz gihişt, Fraksiyona partiya me û Dîwana Derokatî dê bicivin û biryara xwe bidin.”

Çavdêr şansa proseya nû ji yên berê zêdetir dibînin û dibêjin, di nava parlamentoyê de piştevaniyeke baş heye û prose bi awayekî bilez birêve diçe. 

 
Fly Erbil Advertisment