Amerîka wan kesan xelat dike yên zanyaran li ser çavkaniyên darayî yên Hûsiyan dide wan

Wezareta Derve ya Amerîkayê
Wezareta Derve ya Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Amerîkayê xelatên darayî bi her kesekî dide ku, zanyaran li ser çavkaniyên darayî yên Hûsiyan bi wan bide. Ev pêngava Amerîkayê di demekê de ye ku, Waşintonê ew tevger wekî tevgereke teroristî daye nasandin.

Bernameya Xelat ji bo Dadperweriyê (Rewards for Justice) a girêdayî Wezareta Derve ya Amerîkayê îro (Pêncşem, 06.03.2025) di ragehandinekê de tekez kir ku, her kesekê zanyaran li ser tor û çavkaniyên darayî yên tevgera Hûsiyên Yemenê bi wan bide, 15 milyon dolaran wekî xelat werdigire.

Bernameya Xelat ji bo Dadperweriyê ron jî kiriye, “Armanc ji wê xelatê lengkirin û jikarxistina çavkaniyên darayî yên wê tevgerê ye.”

Wê bernameyê amaje jî daye, “Hûsî ji sala 2023ê ve bi piştevaniya Îranê êrîş dike ser berjewendiyên Amerîkayê li deverê û hevpar û hevpeymanên wê û xasma jî Israîl, Siûdiye û Îmaratê.”

Bernameya navbirî amaje jî daye, “Hûsiyan ji sala 2023ê ve zêdetirî 100 êrîşan li benderê Bab Mendebê kirine ser keştiyên bazirghanî.”