Putin: Pêdivîtiya Rûsyayê bi bijardeyeke aştiyê li Ukraynayê heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Rûsyayê dibêje, “Pêdivîtiya Rûsyayê bi bijardeyeke aştiyê li Ukraynayê heye, ku pêşkeftin û ewlehî û seqamgiriya welatî misoger bike.”
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro (Pêncşem, 06.03.2025) di çarçoveya civîna wî ya bi karmend û mifadarên dezgeha bergirîkirinê ji welatî de got, “Divê em bijardeyeke aştiyê li Ukraynayê hilbijêrin, ku bi me re bigunce û di nerîna dîrokî ya demdirêj de aştiyê bo welatê me misoger bike.”
Vladimir Putin amaje jî da, “Divê Rûsya li bin şertê kiryara serbazî bimîne û desthilata welatî bihêztir bike.”
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova her îro di konferanseke rojnamevanî de got, “Eger Ukrayna dixwaze seqamgir be û ewlehiya wê parastî be, dibê bêalî be û pişta bi çi hêzekê germ neke û xwe ji çekê atomî dûr bike.”
Maria Zakharova amaje jî da, “Ev bijarde gerentiya Ukraynayê dikin, herwesa vegeriyan ji bo riha wê dewletê li dû carnameya sala 1990ê ya girêdayî serweriya wê ya niştîmanî, baştirîn bijardeya bidestxistina seqamgiriya wê ye.”
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê ron jî kir, “Ukryana ji bo parastina ewlehiya xwe penayê dibe ber cihên şaş li rojavayê û ew jî wê şermezar dike.”