Amerîka gomanê dike Israîlê zanyarên nav civîna wê ya bi Hemasê re dizîbin
Navenda Nûçeyan (K24) - Malpera Ynetê ya girêdayî rojnameya Yedioth Ahronothê ya Israîlî parve kiriye, “Berpirsên Hikûmeta Amerîkayê Israîlê bi wê yekê tometbar dikin ku, zanyar li ser civîna çaverêkirî ya Donald Trump û Tevgera Hemasê dizîbin, ji bo ku danûstandinan têk bide.”
Televîv amajeyê dide ku, Israîl pêştir li ser danûstandinên navbera Amerîka û Tevgera Hemasê nehatiye haydarkirin, ji ber ku pêştir bizavek ji bo lidarxistina civîneke bi wî awayî ji ber givaştinên Israîlê hilweşiyabû, lewma jî dema Amerîkayê biryar da ku danûstandin berdewam bin, zêdebarî helwesta Israîlê biryar da ku Televîvê haydar neke.
Lê dema berpirsên Israîlê bi wan danûstandinan hesiyan, wan Benjamin Netanyahu haydar kir. Rojnameya New York Timesê ji zarê berpirsekî Israîlî veguhastiye û dibêje, “Televîvê bi rêya kanaleke din zanyar li ser wan danûstandinan zanîne.”
Piştî kêmtir ji rojekê ji haydarkirina Netanyahu, rojnameya Yedioth Ahronothê ya Israîlî raporta xwe ya yekê ya medyayî li ser danûstandinên navbera Amerîka û Hemasê parve kir, lewma jî Amerîkayê goman kir ku Israîl li pişt wê zanyarê be.