PDK-Bakur: Em banga Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkan gaveke baş dibînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrata Kurdistanê – Bakur (PDK-Bakur) radigihîne, ew wek PDK Bakur banga Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkan, gaveke baş û destpêkeke baş dibînin.

PDK-Bakur îro 9ê Adarê bi daxuyaniyekê helwesta xwe li hember banga rêberê PKKê Abdullah Ocalan ya çekdanîn û hilweşandina PKKê, nîşan da.

Daxuyaniya PDK-Bakur:

Ji bo raya gıştî û çapameniyê

27ê Sibatê 2025an de bi îmzeya serokê PKK Abdullah Ocalan nameyek hate belav kirin. Di naveroka daxuyaniyê de, çawayîya çêbûna PKK ta îro dinirxîne û li gor çarçoveya nêrînên xwe sedeman nîşan dide. Li dawiyê de jî tekez bi banga danîna çekan, nemana şer û belavbûna rêxistinê dike. 

Bê guman ev bangewazî eger xwe bi cîh bîne, wê xizmeta xurtkirina demokrasiyê, siyasetê û diyalogê bike. Em wek PDK Bakur vê bangê ji bo çareserkirina pirsgirêkan gaveke baş û destpêkeke baş dibînin. Wek tê zanîn partiya me her dem riya çareserkirina pirsgirêkan, bi rê û rêbazên meşrû, bi siyasetê û danûsendinan de dîtiye. Her weha pitsgirêkên navbeyna Kurd û Tirkan bi zemîneyeke aştiyane, bi danûsendinên şefaf û bi riya demokrasî û hiquqê wê çareser bibe. Berjewendiya herdu aliyan jî girêdayê bi vê yekê ye. 

Hêvîdar in, bi van gavên erênî aliyên peywendîdar ber bi çav bigrin û alîkariya xurtkirina pêvajoyê bikin. Da ku bandora neyênî ya şer li Herêma Kurdistanê û li seransera Tirkiyê nemîne. Bibe destpêka nemana pirsgirêkan û bibe wesîleya damezirandina welatekî bi hêz û demokratîk de, mafên hemû pêkhateyan bi makezagoneke pêşkeftî, wekhev de bên temsîlkirin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment