Mezlûm Ebdî ji Ehmed Şera dixwaze lêpirsînê bi berpirsyarên “komkujiyan” re bike

Mezlûm Ebdî
Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî bang li Serokê Qonaxa veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera kir ku, lêpirsînê bi berpirsyarên “komkujiyan” li parêzgehên berava Sûriyeyê re bike.

Ajansa “Reuters” îro 9ê Adarê belav kir, Mezlûm Ebdî bang li Ehmed Şera kir ku lêpirsînê bi berpiryarsên tundûtûjiya mezhebî li navçeyên berava Sûriyeyê re bike û grûpên ku Tirkiye piştevaniya wan dike jî, wekî berpirsyarên wan komkujiyan tometbar kirin.

Ebdî got, divê Şera destêwerdanê bike ji bo rawestandina “komkujiyan”. Herwesa got, komên “hîn jî ji hêla Tirkiye û tundrewên Îslamî ve têne piştgirîkirin” berpirsiyarên wan komkujiyan in.

Şer û pevçûn ji roja Pêncşema borî ve li devera beravên Sûriyeyê berdewam in, ew jî piştî zincîreke êrîşên paşmayîyên rêjîma Esed li ser hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê.

Li roja Şemiyê desthilatdarên Sûriyeyê hêzên ewlehiyê li parêzgehên beravê li rojavayê welêt bicih kirin û kontrola xwe li ser deverên ku tê de tundûtûjî rû dabû sepand.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan îro di daxuyaniyekê de ragihand, “hejmara kuştiyan heta êvara Şemiyê gihîşt 1018 kesan, di nav wan de 745 sivîl in ku piraniya wan Elewî ne.”

Parêzgehên Laziqiye û Tertûsê herêmên herî diyar in ku Elewî lê dijîn, ji bilî hin herêmên din ên li Hums, Hama û gundewarê Şamê.

Hejmara Elewiyan li Sûriyeyê nêzîkî 1.7 milyon kesan e û ji sedî 9ê nifûsa Sûriyeyê pêk tînin. Di serdema Serokê Sûriyeyê Hafiz Esed û kurê wî Beşar de, Elewî wek stûneke bingehîn a desthilatdariyê dihatin hejmartin ku postên sereke yên di sektora giştî û saziyên leşkerî û ewlehiyê de werdigirtin.

 
Fly Erbil Advertisment