Ehmed Şera: Em lijneyeke lêkolînê bo rûdanên deverên beravê pêk tînin

Ehmed Şera
Ehmed Şera

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz radigehîne ku, lijneyeke serbixwe ji bo lêkolînan li ser rûdanên deverên beravê pêk tînin. Herwesa dibêje ku, ew lijne lêkolînan li ser binpêkirinan dike.

Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera îro (Yekşem, 09.03.2025) di beyannameyekê de ragehand ku, lijneyeke serbixwe ji bo lêkolînan li ser rûdanên deverên beravê yên Sûriyeyê pêk aniye ku, lêkolînan li ser wan binpêkirinan dike yên ku di derheqa welatiyên sivîl de hatine kirin.

Ehmed Şera amaje jî da, “Erkê wê lijneyê eşkerekirina rewş û sedemên wan rûdanan e, tevî wê yekê jî hemî ew kesên ku ji wê tawana komkujiyê berpirsyar in bi dadgehê tên dan.” Navbirî herwesa daxwaz ji aliyên peywendîdar jî kiriye ku bi hemî awayan alîkariya wê lijneyê bikin.

Navbirî herwesa got, “Ew lijne dikare daxwaza alîkariyê ji her aliyekî bike eger ji bo lêkolînên xwe hewce bibe, herwesa divê di dema kêmtir ji 30 rojan de ew lijne raporta lêkolînên xwe pêşkêşî serokatiya Sûriyeyê bike.”