Israîl: Nabe rewatî bi desthilata nû ya Sûriyeyê bê dan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Israîlê radigehîne, “Divê Ewropa haydar be û nabe rewatiyê bi desthilata Sûriyeyê ya veguhêz bide.” Herwesa dibêje, “Divê Ewropa rastiyan fêm bike ku, Ehmed Şera her ew kes e yê ku dîtin û nerînên cîhadî hene.”
Wezîrê Derve yê Israîlê Cedûn Sair îro (Yekşem, 09.03.2025) di çavpêkeftineke rojnamevanî de daxwaz ji Ewropayê kir ku, rewatiyê bi desthilata veguhêz a Sûriyeyê nede, ev jî piştî wê komkujiya ku di çend rojên borî de çê bû.
Cedûn Sair amaje jî da, “Divê Ewropa haydar be, piştî wan kiryarên ku di van çend rojan de çê bûn. Herwesa divê rastiyan fêm bike û nabe rewatiyê bi desthilata veguhêz a Sûriyeyê bide.”
Navbirî herwesa ragehand, “Ya ku li Sûriyeyê diqewime em şok nekirine ji ber ku ew dîroka xwe ya teroristî nîşan didin.” Herwesa got, “Civaka Navdewletî û xasma jî Ewropayê li vê dawiyê gelek lez di çêkirina peywendiyan bi Şamê re kir.”
Wezîrê Derve yê Israîlê tekez jî kir, “Rast e ku Ehmed Şera kincên fermî yên pirotokolî li xwe kirine, lê di rastiyê de her ew kes e yên ku dîtin û nerînên cîhadî hene. Serbazên wî di vê heftiyê de maskên xwe danan û bi awayekî bêwijdanane welatî komkuj kirin.”
Ev jî di demekê de ye ku, Yekîtiya Ewropayê di meha borî de ji bo alîkarîkirina dubare avakirina Sûriyeyê sizayên li ser kertên enerjî û veguhastinê û bankan ên Sûriyeyê sivik kirin.
Şer û pevçûn li roja Pêncşema borî (06.03.2025) li devera beravên Sûriyeyê di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ya nû û alîgirên rijêma Esed de çê bûn.
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan jî îro di daxuyaniyekê de ragihand, “hejmara kuştiyan heta danê êvarê yê roja Şemiyê gihîşt 1018 kesan, di nav wan de 745 sivîl in ku piraniya wan Elewî ne.”