Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê: Helmeta serbazî ya deverên beravê bidawî hat
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê îro (Duşem, 10.03.2025) rdigehîne ku, helmeta deverên beravê yên Sûriyeyê bidawî aniye.
Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê Hesen Ebdilxenî ragehand, “Ew soza ku me ji bo destpêkirina qonaxa duyê ya helmetan bi gelê xwe dabû, me bi cih anî û em serkeftina hêzên xwe radigehînin, em gehiştin wan hemî armancan ên ku me ji bo vê qonaxê danabûn.”
Hesen Ebdilxenî herwesa got, “Spas ji Xudê re me karî êrîşên bermayîkên rijêma Esed û efserên wê pûç bikin, herwesa me karî wan ji cihên giring dûr bixin û piraniya rêyên giştî jî niha aram in û hatine kontirolkirin, ku wan xelkê sivîl û bêtawan dikir armanc.”
Navbirî tekez jî kir, “Ew helmeta serbazî bidawî hat, herwesa dezgehên giştî jî dest bi karên xwe kiriye û xizmetkariyên destpêkî pêşkêşî welatiyan dikin û rewş seqamgir bûye.”
Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê ron jî kir, “Dezgehên ewlehiyê ji bo dabînkirina seqamgiriyê û parastina ewlehiyê û silametiya xelkî kar dikin, li dû wê pilana nû ku ji bo temamkirina berhingarbûna bermayîkên rijêma berê û bidawîanîna her gefekê li paşerojê hatiye danan.”
Şer û pevçûn li roja Pêncşema borî (06.03.2025) li devera beravên Sûriyeyê di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ya nû û alîgirên rijêma Esed de çê bûn.
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan jî di daxuyaniyekê de ragihand, “Hejmara kuştiyan heta danê êvarê yê roja Şemiyê gihîşt 1018 kesan, di nav wan de 745 sivîl in ku piraniya wan Elewî ne.”