Li Qamişlo Roja Cilên Neteweyî bi çalakiyan hat pîrozkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojavayê Kurdistanê Roja Cilûbergên Neteweyî hat pîrozkirin û gelek çalakî ji aliyê rêxistinên jin û ciwanan ve hatin lidarxistin.

Rêxistina Jinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li Qamişlo çalakiyek kir û tê de çalakvan, jin û ciwanan bi cilên Kurdî tê de beşdar bûn.

Berpirsa di Rêxistina Jinê ya PDK-Sê Diya Ciwan ji K24ê re got: “Jinan hemûyan cilûbergên Kurdî yên devera xwe li xwe kirine. Cilûberg jî wek nasnameya mirov e.”

Medyakar Samiye Hemo jî dibêje: “Me îro cilûbergên xwe yên neteweyî li xwe kirine û em bi cilûbergên xwe serfiraz in, ji ber ku cilûbergên Kurdî jî, wek ziman û nasnameya miletan e.

Ji aliyekî din ve, terziya cilûbergên Kurdî Diya Faris tekez dike, di van salên dawî de, li her herêmeke Kurdî li gorî çanda wan, daxwaza cilûbergên Kurdî zêde bûye.