Keşnasiyê ji bo 18 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya bi koda "zer" da
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 18 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya bi koda "zer" da. Li gorî daneyên keşnasiyê, îro pileya germahiyê dê bi awayekî berbiçav dakeve.
Li wan bajarên ku tê pêşbînîkirin ba, barana gurr û li hin cihan jî barîna berfê bi bandor bin, ji welatiyan hat xwestin ku li hemberî rewşên neyînî yên ku dikarin rû bidin tedbîrên xwe bigirin.
Ew bajarên Kurdan ên ku hişyariya bi koda "zer" ji bo wan hatiye dayîn wiha hatin rêzkirin: "Semsûr, Agirî, Çewlîg, Bedlîs, Diyarbekir, Xarpêt, Erzirom, Dîlok, Colemêrg, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Wan, Êlih û Şirnex."