Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê: HSD kempa Holê dide destê Hikûmeta Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê eşkere dike ku, HSD birêvebirina kempa Holê û berpirsyarîtiya sinorê bi Îraqê re dide destê Hikûmeta Sûriyeyê ya demkî.

Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê îro (Sêşem, 11.03.2025) di ragehandinekê de amaje da, “HSD hêdî hêdî hemî tiştan dide destê Hikûmeta Sûriyeyê, wekî birêvebirina kempa Holê û berpirsyarîtiya sinorê bi Îraqê re.”

Wezareta navbirî her di wê ragehandinê de eşkere jî kir, “Hemî erk û berpirsyarîtî dê di çarçoveya dewletê de bin.”

Kempa Holê wekî metirsî li ser ewlehiya Îraqê tê hesibandin. Îraqê di çend salên borî de gelek bizav kirin ku wê kempê daxin, ji ber ku bi dehan hezar jin û zarokên çekdarên DAIŞê û alîgirên wê tê de hene. Daxistina wê kempê jî bi armanca kêmkirina metirsiyên ewlehiyê li ser sinorê Sûriyeyê bûye.

Kempa Holê dikeve başûrê bajarê Hesekeyê yê Rojavayê Kurdistanê, malbatên DAIŞê tê de girtî ne û di bin kontirola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Piştî nemana Rijêma Esed, Îraqê tirs ji vegeriyana sînaryoya sala 2014ê heye, ku DAIŞê karîbû sêyeka axa Îraqê kontirol bike.