Gera yekê ya danûstandinên şandên Amerîka û Ukraynayê li Siûdiyeyê bidawî hat

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amrîkayê di derheqa civîna navbera şanda welatê xwe û şanda Ukraynayê li Siûdiyeyê de radigehîne ku, ew civîn erênî bû.
Gera yekê ya danûstandinên şandên Amerîka û Ukraynayê îro (Sêşem, 11.03.2025) bi merema piroseya aştiya Ukraynayê û ragehandina agirbestê li bajarê Cedeyê yê Siûdiyeyê hat kirin.
Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê Michael Waltz ku ew jî tevlî wê civînê bûbû got, “Civîna me bi şanda Ukraynayê re bi awayekî gelek baş bi rê ve çû û erênî bû.”
Li dû zanyaran, di çarçoveya danûstandinên navbera her du aliyan de li Cedeyê, Ukraynayê pilanek ji bo agirbesta bi Rûsyayê re pêşkêşî Amerîkayê kir. Herwesa niha Kiyêv hêvîdar e ku piştevaniya Koçka Spî bi dest bixe, piştî çêbûna duberekî û girjiyê di civîna navbera Trump û Zelenskyy de.
Şanda Amerîkayê ji Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê Michael Waltz û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marko Robio pêk hatibû. Şanda Ukraynayê jî ji Wezîrê Derve yê Ukraynayê Andrii Sybiha, Serokerkanê Artêşa Ukraynayê Andriy Yarmak û Wezîrê Bergiriyê yê Ukraynayê Rustem Omarov pê hatibû.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy û şandeke welatê wî jî her îro ji bo danûstandinên li ser piroseya aştiyê ya Ukraynayê, ragehandina agirbestê û lihevkirina kanzayên kêmpeyda bi Amerîkayê re gehişt Cedeya Siûdiyeyê, û ji aliyê Şazadeyê Siûdiyeyê Mihemed Bin Selman ve pêşwaziya wî hat kirin.
Di çarçoveya civîna navbera wan de, Şazadeyê Siûdiyeyê tekez li ser hûrbînî û piştevaniya şanişîna welatê xwe ji bo hemî bizavên navdewletî bi armanca çarekirina wê kirîzê û bicihanîna aştiyê kir.
Serokê Ukraynayê jî ji aliyê xwe ve spasî û rêzên xwe ji bo wan bizavên şanişîna Siûdiyeyê diyar kirin, herwesa amaje da rolê serekî yê Siûdiyeyê li Rojhilata Navîn û cîhanê.