Almanya pêşwaziya lihevkirina Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî dike

Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera
Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Almanyayê pêşwaziya lihevkirina Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî dike û dibêje, “Yekkirina hêzên Kurdî bi dezgehên dewleta Sûriyeyê re gelek giring e.”

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock îro (Sêşem, 11.03.2025) di derheqa lihevkirina Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de ragehandinek parve kir.

Wezîra Derve ya Almanyayê herwesa ragehand, “Lihevkirina navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî ji bo tevlîbûna siyasî ya hemiyan pêngaveke gelek giring e.” Amaje jî da, “Yekkirina hêzên Kurdî bi dezgehên dewleta Sûriyeyê re gelek giring e.”

Serokatiya Komara Sûriyeyê duhî (Duşem, 10.03.2025) di ragehandinekê de eşkere kir, “Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li hev kir.”

Serokatiya Komara Sûriyeyê ragehand, “Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî li hev kiriye ku HSDê bixin nav sîstema hêza bergiriyê ya niştîmanî ya Sûriyeyê, herwesa li hev kiriye ku tevaya dezgehên sivîl ên bakurê rojhilata Sûriyeyê jî, wekî deriyên sinorî, balafirxane û zeviyên petrol û gazê, bi Şamê re girê bidin.”

Çavkaniya navbirî amaje jî da, “Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî di wê lihevkirinê de tekez li ser yekparçeyîya axa Sûriyeyê û redkirina parvekirina Sûriyeyê kir.”

Herwesa li dû wê lihevkirinê, divê mafên hemî Sûriyeyîyan ji nûnerîtî û tevlîbûna di piroseya siyasî û tevaya dezgehên din ên dewletê de li ser bingeha jêhatîbûn û hejîtî û dûrî her paşxaneyeke olî û nejadî parastî bin.