Hikûmeta Sûriyeyê ya demkî û şêniyên Swêdayê li hev kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Sûriyeyê ya demkî lihevkirinek bi xelk û kesatiyên diyar ên parêzgeha Swêdayê re kir, bi merema têkelkirina wê parêzgehê bi dezgehên dewleta Sûriyeyê re.

Çavkaniyekê îro (Sêşem, 11.03.2025) ji kanala Sky Newsê ya Erebî re ragehand, “Lihevkirina Hikûmeta Sûriyeyê ya demkî û şêniyên parêzgeha Swêdayê çend şertên serekî vedigire, ya herî diyar jî têkelkirina dezgehên ewlehiyê yên Swêdayê bi Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê re ye.”

Li dû wê lihevkirinê, divê karmendên birêveberiya polîsan a Swêdayê xelkê wê parêzgehê bin, herwesa Hikûmeta Sûriyeyê ya demkî parêzger û birêveberê polîsan ji bo wê parêzgehê diyar dike.

Ev lihevkirin parek ji bizavên berfireh ên têkelkirina deverên başûr û bakurên rojhilata Sûriyeyê bi desthilata nû ya wî welatî re ye.

Ev lihevkirin jî di demekê de ye ku, Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî duhî (Duşem, 10.03.2025) civiyan û li ser çend xalan li hev kir.

Serokatiya Komara Sûriyeyê ragehand, “Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî li hev kiriye ku HSDê bixin nav sîstema hêza bergiriyê ya niştîmanî ya Sûriyeyê, herwesa li hev kiriye ku tevaya dezgehên sivîl ên bakurê rojhilata Sûriyeyê jî, wekî deriyên sinorî, balafirxane û zeviyên petrol û gazê, bi Şamê re girê bidin.”

Çavkaniya navbirî amaje jî da, “Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî di wê lihevkirinê de tekez li ser yekparçeyîya axa Sûriyeyê û redkirina parvekirina Sûriyeyê kir.”

Herwesa li dû wê lihevkirinê, divê mafên hemî Sûriyeyîyan ji nûnerîtî û tevlîbûna di piroseya siyasî û tevaya dezgehên din ên dewletê de li ser bingeha jêhatîbûn û hejîtî û dûrî her paşxaneyeke olî û nejadî parastî bin.

 
Fly Erbil Advertisment