Erdogan: Divê lihevkirina Şera û Ebdî bi temamî bê bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê pêşwaziya lihevkirina Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî dike û dibêje, “Ew lihevkirin aştiyê li Sûriyeyê berqerar dike.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Sêşem, 11.03.2025) di dema fitareyê de bi hejmareke welatiyên Filistînî re ragehand, “Em pêşwaziya lihevkirina navbera Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî dikin.”
Erdogan di pareke din a gotinên xwe de amaje da, “Sûriyeyî di lihevkirina Şam û HSDê de biserkeftî ne.” Herwesa got, “Bicihanîna wê lihevkirinê tenahî, ewlehî û aştiyê li Sûriyeyê berqerar dike.” Tekez jî kir, “Divê ew lihevkirin bi temamî bê bicihanîn.”
Navbirî herwesa got, “Tirkiye hemî bizavan ji bo pakijkirina Sûriyeyê ji terorê wekî pêngavên giring dibîne.” Amaje jî da, “Tirkiye dixwaze hemî dever bê çi cudahiyeke olî û tayîfî û neteweyî bi aştî û berfirehî bijî.”
Serokkomarê Tirkiyeyê di derheqa biratiya Kurd û Ereb û Tirkan de got, “Em giringiyê didin biratiya navbera Tirk, Kurd û Ereban û em dê hemî pilanan pûç bikin û dê paşeroja xwe misoger bikin.”
Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî duhî (Duşem, 10.03.2025) civiyan û li ser çend xalan li hev kir.
Serokatiya Komara Sûriyeyê ragehand, “Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî li hev kiriye ku HSDê bixin nav sîstema hêza bergiriyê ya niştîmanî ya Sûriyeyê, herwesa li hev kiriye ku tevaya dezgehên sivîl ên bakurê rojhilata Sûriyeyê jî, wekî deriyên sinorî, balafirxane û zeviyên petrol û gazê, bi Şamê re girê bidin.”
Çavkaniya navbirî amaje jî da, “Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî di wê lihevkirinê de tekez li ser yekparçeyîya axa Sûriyeyê û redkirina parvekirina Sûriyeyê kir.”
Herwesa li dû wê lihevkirinê, divê mafên hemî Sûriyeyîyan ji nûnerîtî û tevlîbûna di piroseya siyasî û tevaya dezgehên din ên dewletê de li ser bingeha jêhatîbûn û hejîtî û dûrî her paşxaneyeke olî û nejadî parastî bin.