Amerîka pêşwaziya lihevkirina Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê pêşwaziya lihevkirina navbera Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî dike û tekez dike, “Waşinton çavdêriya pêngav û biryarên bên ên birêveberiya nû ya Sûriyeyê dike.”
Nivîsîngeha Ragehandinê ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragehandineke rojnamevanî li ser zarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marko Robio parve kir ku tê de hatiye, “Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê pêşwaziya wê lihevkirinê dikin ya ku li vê dawiyê di navbera desthilatdarên demkî yên Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hat îmzakirin, ji bo hevgirtina bakurê rojhilatê Sûriyeyê û hevgirtina wî welatî.”
Nivîsîngeha Ragehandinê ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê amaje jî daye ku, Amerîka piştevaniya xwe ji bo qonaxa veguhêz a siyasî û desthilatdariyeke bawerdar tekez dike.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê nîgeraniya Waşintonê ji tundûtîjiyên vê dawiyê yên li dijî kêmaniyan li Sûriyeyê diyar kir û ragehand ku, ew li ser çavdêriya wan biryaran berdewam dibin ên ku birêveberiya nû ya Sûriyeyê derdixe.
Serokatiya Komara Sûriyeyê pêr (Duşem, 10.03.2025) lihevkirina Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragehand, ku yekparçeyîya axa Sûriyeyê serekîtirîn xala wê lihevkirinê ye.
Li dû wan zanyarên ku Serokatiya Sûriyeyê parve kirine, hêzên HSDê têkelî sîstema bergiriya niştîmanî ya Sûriyeyê tên kirin, herwesa deriyên sinorî, balafirxane, zeviyên petrol û gazê û hemî dezgehên sivîl ên bakurê rojhilatê Sûriyeyê bi Şamê ve tên girêdan.