Artêşa Israîlê başûrê Sûriyeyê li ser sê deverên serekî parve dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Şarezayê Karûbarên Israîlî Muhenid Mistefa gotinên Televîvê ji bo parvekirina başûrê Sûriyeyê li ser sê deverên ewlehiyê yên serekî, wekî ragehandina fermî ya dagirkariyê wesifand û amaje da ku, armanca wî welatî çêkirina duriyaneke siyasî ji bo Hikûmeta Şamê ya nû ye.
Kanala 12ê ya Israîlî sibeha îro (Çarşem, 12.03.2025) parve kiriye, “Artêşa Israîlê başûrê Sûriyeyê li ser sê deverên serekî parve kiriye, ji bo ku Hikûmeta Sûriyeyê ya nû nekare wan deveran kontirol bike.”
Wê kanalê ji zarê berpirsan gotiye, “Ew parvekirin ji bo Israîlê wekî dersekê ye, ku ji 07.10.2023ê ve fêr bûye û artêşê di şert û mercên aloz de li dijî Sûriyeyê çalak dike, ku dest bi çêkirina artêşa nû kiriye.”
Kanala navbirî ji aliyekî din ve jî amaje jî da, “Çek di hemî malên Sûriyeyê de ye û artêşa Israîlê jî pêşbînî dike ku operasyona ewlehiyê ya ji nişkê ve jê re bê kirin.”
Muhenid Mistefa ji aliyê xwe ve got, “Ev bangeşeyên ewlehiyê ji rastiyê dûr in. Armanca serekî ya vê biryarê kontirolkirina nêzî 65 kîlometrên axê di kûrahiya Sûriyeyê de û mana ji bo gehiştina hêsan ji bo Şamê ye.”
Navbirî herwesa amaje da daxuyaniya Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê Israel Katz ya li ser mana hêzên wan li Sûriyeyê ji bo demeke nediyar. Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera di daxuyaniya xwe de got ku, hemî sibehan dema li Koçka Serokatiyê li Şamê ji xewê radibe, hêzên Israîlê li beranberî xwe dibîne.