DAIŞê êrîş kir ser hêzên ewlehiya Reqayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Çekdarên DAIŞê îro (Pêncşem, 13.03.2025) li bajarê Reqayê êrîş kir ser hêzên ewlehiya navxwe, karmendekî wan kuşt û du yên din jî birîndar bûn.
Ev êrîşa DAIŞê di demekê de ye ku, çalakiyên şaneyên DAIŞê li deverên li bin kontirola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) zêde bûne.
Li dû amara Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan, şaneyên DAIŞê ji destpêka sala 2025ê ve heta nêzî 38 êrîşan li deverên li bin desthilata Rêveberiya Xweser kirine.
Rewangeha Sûriyeyî eşkere jî kir, di wan êrîşan de 14 kes hatine kuştin, ku 10 ji wan endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û pêkhateyên serbazî yên girêdayî wan hêzan bûn, çar jî çkedarên DAIŞê bûn.
Li dû amarên Rewangehê, 28 êrîş li Dêrazorê hatine kirin û di encamê de heft serbazên HSDê hatine kuştin û heftên din jî birîndar bûn. Heft êrîşên din jî li Hesekeyê hatine kirin, û tê de şeş kes hatine kuştin ku çar ji wan DAIŞî bûn, du ji wan jî ji hêzên ewlehiya navxwe bûn û du kesên din jî birîndar bûn. Herwesa du êrîş li Reqayê jî hatine kirin, ku karmendekî ewlehiyê hat kuştin û sêyên din jî birîndar bûn.