Artêşa Israîlê: Em li ser armanckirina rêkxistinên Filistînî berdewam dibin
Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Israîlê radigehîne ku, îro balafirên wan ên şerî navendeke fermandariya girêdayî Rêkxistina Cîhadî ya Îslamî ya Filistînî li Şamê kir armanc, ku ji bo pilandanan û birêvebirina çalakiyên wê rêkxistinê dihat bikaranîn.
Artêşa Israîlê îro (Pêncşem, 13.03.2025) ragehandinek parve kir ku tê de hatiye, “Israîl rêyê nade rêkxistinên teroristî li navxweya Sûriyeyê xwe binecih bikin û li dijî dewleta Israîlê çalakiyan bikin.”
Herwesa di pareke din a wê ragehandinê de hatiye, “Artêşa Israîlê li ser armanckirina rêkxistinên Filistînî berdewam dibe, li her cihekî ku pêdivî be, û li ser karkirina ji bo parastina welatiyên Israîlî berdewam dibe.”
Kanala 12ê ya Israîlî eşkere kir ku, êrîşa Şamê bi ragehandina destûrî li Koçka Serokatiyê re hevdem bû, ku Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera jî li wê derê amade bû, ku dikeve nêzî wê devera êrîşî wê hatiye kirin.
Hêzên asmanî yên Israîlê îro (Pêncşem, 13.03.2025) bingeha Tevgera Cîhadî ya Filistînê li taxa Dumerê ya Şamê bombebaran kir. Tê zanîn ku, kesek di wê êrîşê de hatiye kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne.