Lahûr Cengî: Amerîka wekî bajarekî girêdayî Bereyê Miqawemeyê temaşeyî Silêmaniyê dike

Lahûr Şêx Cengî
Lahûr Şêx Cengî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hevpeymaniya Bereyê Gel radigehîne, “Amerîka Heşda Şebî wekî çavkaniyeke gefan li ser xwe dibîne û bi nerîna wê, Silêmanî bajarekî girêdayî Bereyê Miqawemeyê ye.”

Serokê Hevpeymaniya Bereyê Gel Lahûr Şêx Cengî di çavpêkeftineke tilevizyonî de ragehand, “AmerîkayîYAN bi awayekî nerasterast peyamek daye Hevpeymaniya Çarçoeveya Hevahengiyê ya Şîeyan ku, sizayî li ser hejmareke kesatî û dezgehên Îraqê disepînin.”

Lahûr Şêx Cengî herwesa got, “Amerîka Heşda Şebî wekî çavkaniyeke gefan li ser xwe dibîne, lewma jî dixwaze Heşd bikeve bin emrê Hikûmeta Bexdayê. Eger ev çê nebe jî, Waşinton dixwaze hikûmetek li Bexdayê desthilatê werbigire ku Heşdê bixe bin emrê xwe.”

Serokê Hevpeymaniya Bereyê Gel di pareke din a gotinên xwe de eşkere kir, “Silêmanî di nerîna Amerîkayê de wekî bajarekî girêdayî Bereyê Miqawemeyê tê temaşekirin.”

 
Fly Erbil Advertisment