34 sal di ser serhildana bajarê Dihokê re derbaz bûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Berî 34 salan, di rojekê wekî îro de (14ê Adara 1991ê), çirîska serhildana mezin a gelê Kurd ji bo standina mafên wî yên rewa û bidawîanîna desthilata stemkar û diktatorî ya rijêma Sedam gehişt bajarê Dihokê.
Berî destpêkirina serhildana Dihokê, li êvara roja bertir (13ê Adara 1991ê) xelkê Dihokê pilana xwe ji bo leqandina textê rijêmê dana. Ji bo wê meremê jî bi tevlîbûna Pêşmerge û welatiyan, rojhilatê Dihokê û aliyê Şindoxa heta digehe geliyê Dihokê ji bo destpêka serhildana xelkê wî bajarî hatin destnîşankirin û li benda seet 04:00 ê serê sibeha roja paştir bûn, ku wekî seet sifir a wê çalakiyê hatibû destnîşankirin.
Li serê sibeha roja 14ê Adara 1991ê, ku hevdemî bîranîna bûna Rêberê Neteweyî yê Kurdan Barzaniyê Nemir e, jin û zarok û danemir bê cudahî tevlî wê roja dîrokî bûn û di dema kêmtir ji rojekê de ew stem bidawî anî, ku ew çend sal bûn rûbirûyî gelê Kurd dihat kirin.
Li hejmareke dezgehên rijêmê ku amade nebûn xwe bidin destê serhildêran, rûbirûbûneke rasterast di navbera hêzên Pêşmergeyan û hêzên rijêmê de çê bû. Piştî şehîdbûna hejmareke Pêşmergeyan, xelkê Dihokê û hêzên Pêşmergeyan heta êvara wê rojê serkeftin tomar kir.
Tevî wê yekê jî ew germbûna ku di xwîna stemdîtî ya gelê Kurd de çê bûbû bû sedema herifandina morala hêzên rijêma stemkar li tevaya qeza û nahyeyyên derdora Dihokê, vê yekê jî wesa kir ku piraniya dezgehên ewlehî û serbazî li sinorê wê parêzgehê bê çi bergiriyek xwe bidin destê îradeya gelê Kurd.
Azadkirina bajarê Dihokê berdewamiya serhildana Kurdan li beranberî stemkariyên rijêma Sedam bû, ku pêştir li roja 05ê wê mehê li bajarê Ranyayê hatibû destpêkirin, û bû palderek ji bo berdewamkirina Kurdan li ser wî erkî heta li roja 21ê Adara wê salê û azadkirina bajarê Kerkûkê di wê rojê de, bi hilkirina agirê yekê yê Newrozê bi azadî, tevaya axa Herêma Kurdistanê ji destê rijêma dagirker hat azadkirin.