Rêxistina Asûrî: Daxuyaniya Destûrê daxwazên gelê Sûriyeyê pêk nayîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Asûrî ya Demokratîk daxuyaniyek derbarê “Ragihandina Destûrî” bo qonaxa veguhêz li Sûriyeyê derxist û banga parastina mafên pêkhateyan kir.

Rêxistina Asûrî ya Demokratîk di daxuyaniyekê de bang li Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera kir, Ragihandina Destûrî were guhertin û xalên ku cudahiyê li ser bingehên olî yan netewî çêdikin, rake.

Rêxistina Asûrî banga welatekî bêalî di warê olî de û danbpêdana bi pêkhateyan û parastina mafên wan di destûr de, kir.

Got jî, daxuyaniya Destûrê “daxwazên gelê Sûriyeyê ji bo avakirina dewleteke welatîbûn û demokrasiyê pêk nayîne, belkû berdewamiya piştguhkirin û dûrxistina pêkhateyên Sûriyeyê yên neteweyî û olî nîşan dide û prensîpa newekheviyê di navbera welatiyan de diparêze.”

Daxuyaniyê diyar kir jî, divê dema qonaxa veguhêz ne dirêj be, ji bo garantîkirina guhertina demokratîk a bilez û aktîv li Sûriyeyê.

Herwiha Rêxistina Asûrî ya Demokratîk banga dubare avakirina Komîteya Destûrê kir, ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê tê de beşdar bin, ji bo danîna destûrekê ku hemûyan li xwe bigre.

Ehmed Şera “Daxuyaniya Destûrî” îmze kir û şeva Înê bi fermî li ser hejmara taybet a serokatiya Sûriyeyê hat weşandin, piştre jî naveroka “Daxuyaniya Destûrî” rastî gelek nerazîbûnan ji aliyê pêkhateyên Sûriyeyê ve hatin.

Belgeya “Daxuyaniya Destûrî” ya demkî, ji 4 beş û 53 madeyan pêk tê û rêça ku welat û serokê wê yê veguhêz Şera dê di proseya desthilatên cîbicîkar, yasadanan û dadwerî de bişopînin, destnîşan dike.