Sûdanî: Hikûmet hemî bizavan bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê bi Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê re danûstandinan li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û xurtkirina alîkariyan di warê av û karebê de dike, herwesa Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê tekezê li ser giringiya hinardekirina petrola Besreyê jî bi rêya benderê Ceyhanê dike.
Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê îro (Duşem, 17.03.2025) di ragehandinekê de amaje da, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêşwaziya Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar kir.”
Di wê ragehandinê de hatiye, “Sûdanî tekez kiriye ku Hikûmeta Îraqê dixwaze peywendiyên xwe bi kompaniyên Tirkiyeyî re di kertên cuda cuda de zêdetir xurt bike, ji bilî alîkariyê di kertê enerjiyê de ku hikûmet ji bo hemerengkirina çavkaniyên wê kar dike, ji wan jî zêdekirina dana karebê, herwesa di derheqa pirojeya Rêya Pêşxistinê ya stratejîk de jî tekez li ser bihêzkirina alîkariyên kertê avê kiriye, ji bo ku ji dabînkirina ava berdewam ji bo Îraqê piştrast bin.”
Serokwezîrê Îraqê herwesa gotiye, “Hikûmet hemî bizavan ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dike.” Amaje jî daye, “Danûstandin bi kompaniyên biyanî yên petrolê re ku peyman bi Herêma Kurdistanê re heye berdewam in, ji bo çarekirina hin arêşeyên teknîkî yên girêdayî destpêkirina hinardekirinê.”
Bayraktar heza welatê xwe ji bo zêdetir alîkariyên bi Îraqê re di warên cuda cuda de diyar kir, ji wan jî pirojeyên parzinîngehan û pîşesaziya pitrokîmyayî, herwesa giringiya hinardekirina petrola Besreyê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê.
Tirkiye bi bendemaneke zêde giringiyê bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û Besreyê bi rêya benderê Ceyhanê dide, ev jî di demekê de ye ku Wezîrê Petrolê yê Îraqê pêştir ragehandibû ku ji bo wê yekê kar dike ku pareke petrola Besreyê tevî petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê bê hinardekirin.