Serokatiya Sûriyeyê lijeneyek bo bicihanîna lihevkirina xwe ya bi HSDê re pêk anî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Komara Sûriyeyê lijeneyek ji bo temamkirina lihevkirina xwe ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re pêk aniye, civîna wan a yekê jî dê li roja Çarşema bê be.
Çavkaniyeke haydar îro (Duşem, 17.03.2025) ji malpera Cezîreyê re ragehand, “Serokatiya Komara Sûriyeyê lijneyeke pênckesî ji bo temamkirina lihevkirina xwe ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re pêk aniye.”
Wê çavkaniyê herwesa got, “Parêzgerê Dêrazorê yê berê Hisên Selame serokatiya wê lijneyê dike, herwesa civîna bê ya wê lijneyê ku ji aliyê Serokatiya Komara Sûriyeyê ve hatiye raspartin li Çarşema bê li parêzgeha Hesekeyê bi Mezlûm Ebdî re tê kirin.”
Çavkaniya jêgotî amaje jî da, “Ew lijne serperiştiya bicihanîna wê lihevkirinê dike, ku ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê û Mezlûm Ebdî ve hatiye îmzakirin, lidûçûnê ji bo hûrhûrkên wê dike, paştir jî lijneyên taybet tên pêkanîn ji bo ku danûstandinan li ser wan pirsên aborî û siyasî û serbazî bikin ên ku di wê lihevkirinê de hatine behskirin.”
Serokatiya Komara Sûriyeyê li roja Duşemê, 10.03.2025, di ragehandinekê de amaje da, “Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li hev kir.”
Serokatiya Komara Sûriyeyê ragehand, “Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî li hev kiriye ku HSDê bixin nav sîstema hêza bergiriyê ya niştîmanî ya Sûriyeyê, herwesa li hev kiriye ku tevaya dezgehên sivîl ên bakurê rojhilata Sûriyeyê jî, wekî deriyên sinorî, balafirxane û zeviyên petrol û gazê, bi Şamê re girê bidin.”
Çavkaniya navbirî amaje jî da, “Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî di wê lihevkirinê de tekez li ser yekparçeyîya axa Sûriyeyê û redkirina parvekirina Sûriyeyê kir.”
Herwesa li dû wê lihevkirinê, divê mafên hemî Sûriyeyîyan ji nûnerîtî û tevlîbûna di piroseya siyasî û tevaya dezgehên din ên dewletê de li ser bingeha jêhatîbûn û hejîtî û dûrî her paşxaneyeke olî û nejadî parastî bin.