Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bereyê Tirkmenî yê Îraqê dike

Serok Barzanî û Hesen Turan
Serok Barzanî û Hesen Turan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bereyê Tirkmenî yê Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraqê û parêzgeha Kerkûkê dike.

Baregayê Barzanî parve kiriye, “Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 18.03.2025) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Bereyê Tirkmenî yê Îraqê Hesen Turan kir."

Di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser piroseya sityasî ya Îraqê û rewşa parêzgeha Kerkûkê li hev guhertin û tekez li ser hevahengî û nêzîkiya navbera aliyên siyasî yên parêzgeha Kerkûkê kir, ew jî pêxemetî xurtkirina pêkvejiyanê û seqamgirî û pêşkêşkirina xizmetkariyan ji bo şêniyên parêzgeha Kerkûkê.