Bayram Bozyel: Li Bakurê Kurdistanê pêwîstiya siyaseta Kurdistanî heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê PSKê dibêje, Ocalan federalî, xweserî û mafên kulturî bo Kurdan red dike, ji ber vê jî di nava hejmareke mezin a alîgirên PKKê û aliyên Kurdistanî de bûye sedema nerazîbûnê. Herwiha got, ew damezrandina partiyeke Kurdistanî wek pêwîstiyekê dibînin.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, di beşdariya bultena Kurdistan24 de ragihand, ew piştevaniya banga Ocalan ya çekdanîna PKKê dikin û hêvîdar in ev çekdanîn bo Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî bandoreke erênî bike. 

Bozyel got, Ocalan federalî, xweserî û mafên kulturî bo Kurdan red dike û da zanîn banga Ocalan di nava hejmareke zêde alîgirên PKKê û aliyên Kurdistanî de bûye sedemê nerazîbûnê.

Bayram Bozyel got jî, Bi danîna çekan, pirsga Kurdan çare nabe, lê divê nasnameya Kurd di destûrê Tirkiyeyê de cih bigire, û pêwîst e zimanê Kurdî bibe, zimanê perwerde û fermî. 

Serokê Giştî yê PSKê dibêje, ji ber vê û ji bo gerentîkirina mafên bingehîn yên Kurdan, ew damezrandina partiyeke Kurdistanî ya bihêz wek pêwîstî dibînin.

Bayram Bozyel amaje bi wê kir, dewleta Tirkiyeyê her çend pêşwaziya banga Ocalan kiriye, lê bi kirdarî pêwîstiyên wê cîbicî nake. Gumanên wan li ser nêzîkatiya dewletê hene û bi qasî diyar dibe, Tirkiyeyê ji ber fişarên navdewletî, ev prose qebûl kiriye. 

Serokê Giştî yê PSKê amaje bi wê jî kir, di van mercan de proseya çekdanîna PKKê ne hêsan e û dê dereng bikeve. 

Bayram Bozyel derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de jî got, îro li pêşiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê derfetên dîrokî hene ku dikarin bigehin mafên xwe. 

Herwiha tekez kir jî, divê bizûtirîn dem aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi yek şandê biçin Şamê bibin berevaniyê li mafên miletê xwe bikin. 

Ev yek di demekê de ye, Serokê PSKê Bayram Bozyel ragihandibû, rewşa derketiye holê û pêvajoya çareseriyê derfetek e bo daxwazkirina mafên neteweyî yên kurdan û di derbarê vê yekê de jî PSK, PWK, HAKPAR û PDK-BAKUR di nava lêgerînekê de ne ku li Bakurê Kurdistanê tevgerek nû ya siyasî ya Kurdistanî derbixin holê.