HSD: Mezlûm Ebdî bi lijneya birêveberiya nû ya Sûriyeyê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî civîna navbera Mezlûm Ebdî û Nûnerê Hikûmeta Nû ya Sûriyeyê, HSDê ragehand, “Behsa pêdivîtiya rawestandina şerî li hemî Sûriyeyê hat kirin.”
Ragehandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro (Çarşem, 19.03.2025) parve kir, “Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî pêşwaziya lijneyeke birêveberiya nû ya Sûriyeyê kir.”
HSDê ragehand, “Di wê civînê de behsa reşnivîsa destûrî û piştguhnexistina kêmaniyan li Sûriyeyê hat kirin, pêdivî jî hatiye dîtin ku çi pêkhateyele Sûriyeyî ji nivîsîna destûrî li wî welatî bêbar nebe.”
HSDê amaje jî da, “Di wê civînê de behsa pêdivîtiya rawestandina şerî li hemî Sûriyeyê hat kirin û her du aliyan dîtin û nerînên xwe li hev guhertin.”
Hêzên Sûriyeya Demokratîk ron jî kir, “Wê civînê bal kêşa ser pêdivîtiya agirbestê li seranserî Sûriyeyê.”