Piştî 13 salan.. Almanya careke din balyozxaneya xwe li Şamê vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Almanyayê bo Sûriyeyê Stefan Schneck da zanîn, piştî girtina 13 salan, îro Balyozxaneya Almanyayê li Şamê hat vekirin.

Schneck li hejmara xwe tora civakî “X” belav kir,  Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock îro 20ê Adarê Balyozxaneya Almanyayê li Sûriyê bi fermî vekir.

Nûnerê Almanyayê bo Sûriyeyê got: “Em kêfxweş in ku ji nêz ve kar bi hemû Sûriyeyiyan re, ji bo Sûriyeyeke baştir bikin.”

Amaje bi wê yekê jî kir, tîma balyozxaneyê hîna biçûk e, lewra ew ê karên vîze û konsulxaneyê dê di heyama bê de ji Beyrûtê birêve bibin.

Vekirina Balyozxaneya Almanyayê li Şamê hevdem e ligel serdana Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock bo Şamê.

Berlînê balyozxaneya xwe di sala 2012an de, çend meh piştî destpêkirina xwenîşandanên li dijî Beşar Esed, girtibû.